Li derdora Şamê teqîn

Li gundewarê Şamê dengê teqînên xurt hat bihîstin. Li gorî agahiyan ew deng ji ber êrişên Îsraîlê ne.

Li derdora Şamê teqîn
6 nîsan, 2025   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Şamê, bi taybet li herêmên Dîmas û Cemraya, beriya çend kêliyan dengê teqînên xurt hat bihîstin. Li gorî şêniyên herêmê jî ev yek nîşaneya dewamkirina rageşiya leşkerî li herêmê ye.

Ev bûyer digel derbeyên zêde ku hêzên Îsraîlê li dijî nuqteyên li Sûriyeyê pêk tîne, rû didin.

Ji dema hilweşîna rejîma Baas’ê ve, zextên leşkerî li welat zêde bûne. Îsraîl rojane gavan diavêje û derbasî nava herêmên Sûriyeyê yên xwedî girîngiya stratejî dibe.

(fr)