Di Adarê de 144 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin

Di çarçoveya sûcên tesfiyekirina mezhebî de nêzî 144 kes li Sûriyeyê di Adarê de hatin qetilkirin, ku piranî wan ji Humis û Tertûsê ne.

Di Adarê de 144 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin
6 nîsan, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Adarê de li Sûriyeyê, ji ber sûcên mezhebperestî, gelek malbat, zarok û jin bûn qurbanî, nexasim li perava Sûriyeyê.

Di raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de qetilkirina 144 kesên hatine belgekirin, ji wan 2 jin û 3 zarok in.

Hejmara herî zêde ya qurbaniyan jî li bajarên Hims û Tertûsê bû.

Hejmara qurbaniyan li gorî bajaran wiha ye:

Heleb: 9 mêr

Hema: 19 mêr

Gundewarê Şamê: 23 mêr

Laziqiyê: 12 kes (ji wan jinek û 2 zarok in)

Dera: 12 mêr

Hums: 33 kes (ji wan jinek û zarokek)

Şam: 4 mêr

Dêrazor: 3 mêr

Tertûs: 29 mêr

Hemwextî vê bûyerên metirsîdar, çavdêr diyar dikin ku ji bo parastina gelê Sûriyeyê û pêkanîna aramiya welatiyan aliyên xwecihî û navneteweyî di nava hewldanan de ne.

(mh/fr)