Li Dêrazorê teqîn: Endamekî Dîfa Watanî hate kuştin

Li çolistana El Beşrî ya Dêrazorê mayinek teqiya. Di encamê de endamekî Dîfa Watanî hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Dêrazorê teqîn: Endamekî Dîfa Watanî hate kuştin
20 adar, 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHR’ê, li çolistana El Beşrî ya li rojavayê Dêrazorê mayinek bi motorsîklêtekê ve teqiya. Di encamê de endamekî Dîfa Watanî ya girêdayî hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû. Hate zanîn ku her du leşker dema li dobelanan digeriyan, mayin bi wan ve teqiya.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka salê ve li çolistana Sûriyeyê 35 welatî, 166 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê û 24 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

(şx)