Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê peyama Newrozê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê peyama Newrozê da û diyar kir "Bila meşaleya Newrozê ji bo me çavkaniya îlham û israrê be heta ku têkoşîna rizgarî û avakirina civakên demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn bidomînin."

Ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê peyama Newrozê
20 adar, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya Newrozê peyamek weşand.

Di peyamê de, di serî Kurd, Newroz li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hat pîrozkirin û hate gotin: "Newroz sembola têkoşîn û berxwedanê ye, sembola azadî û aştiyê ye. Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn ji cejnên herî kevnar e."

Di dewama peyamê de hate diyarkirin ku ruxmî şer û aloziyan jî bi hatina Newroza îsal re hêvî careke din nûjen dibin ku tevahî cureyên zilm, êş, hêzên terorîst û dagirkerî bi dawî bibin.

Di dawiya peymanê de hate gotin: "Bijî Newroz sembola azadî û aştiyê ye. Bila meşaleya Newrozê ji bo me hemûyan bibe jêdera îlham û israrê da ku li ser şopa şehîdên azadiyê têkoşîna rizgarî û avakirina civakên demokratîk li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bidomînin. Newroz li malbatên şehîdan pîroz be."

(bb)

ANHA