Asayîşa sengeserê çûna Newroza Qendîlê asteng dike

Li gor agahiyan, benda kontrolê ya asayîşê ya li Pirdeşal ya girêdayî bajaroka Sengeser astengiyan li pêş çûyîna welatiyan a ji bo Newroza Qendîlê derdixe.

Asayîşa sengeserê  çûna Newroza Qendîlê asteng dike
20 adar, 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Benda kontrolê ya asayîşê li Pirdeşal a girêdayî bajaroka Sengeser a ser bi îdareya Raperîn astengiyan ji bo çûna welatiyan a ji bo Newroza Qendîlê derdixe.

Li gor agahiyan benda kontrolê ya Pirdeşal ji duh êvarê ve astengiyan ji çûna welatiyan a ji bo Newroza Qendîlê re derdixe.

Wê sibe di saet 12:00’an de li gundê Endzê ya Kontarê  Qendîlê Cejna Newrozê bi amadebûna hezaran kes û hunermendên ji beşên cûda yên Kurdistan û Awropayê hatine were pîrozkirin.