Ji xwendekarên Efrîn û Şehbayê re biryarên temamkirina xwendinê

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ji bo ku xwendekarên Efrîn û Şehba xwendina xwe li Peymangehên Amadekirina Mamosteyan û Peymangehên Hunerî bêyî astengiyan temam bikin, rêzebiryarên girîng da.

Ji xwendekarên Efrîn û Şehbayê re biryarên temamkirina xwendinê
17 gulan, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ji bo ku xwendekarên Efrîn û Şehba tev li Peymangehên Amadekirina Mamosteyan û Peymangeha Hunerî yên li bajarên Hesekê û Qamişloyê de bûne rêzebiryar dan. Ev yek ji bo temamkrina pêvajoya xwendin û misogeriya xwendekar ji xwendinê qut nebin pêk tê.

Li gorî biryara rêveberî ya bi jimareya 61’an pêwîst e xwendekên Efrîn û Şehba pêvajoya xwendinê temam bikin û wê Peymangehên Amadekirina Mamosteyan û Peymangeha Hunerî yên li Hesekê û Qamişloyê, wan pêşwaz bikin. Lê şert e ezmûn û nirxandinên pratîkî derbas bikin.

Her wiha divê xwendekar di nêztirîn dem de serdana peymangehan bikin, ku werin tomarkirin û dewam bikin û ji bo pêdiviyên sala xwendinê amade bin.

Li gorî biryara rêveberî ya bi jimareya 62’yan jî, ev yek ji bo xwendekarên ku ji xwendina par qut bûne derfetek e, li kêlek wê jî derfeta vegera wan a li nava pêvajoya xwendinê ye.

Her wiha desteyê diyar kir ku pêwîst e xwendekar serî li peymangehan bidin ku tomarên xwe aktîv bikin û ji nû ve dest bi xwendina xwe bikin.

Desteyêna Perwerdê û Fêrkirinê anî ziman ku ev biryar di çarçoveya berpirsiyariya perwerdehî û exlaqî, girîngiya ku sala xwendinê li ser xwendekarên Efrîn û Şehba qut nebin de, ye û bang li aliyên peywendekar hat kirin ku li gorî perspektîvan tev bigerin, da ku pêvajoya xwendinê bi ser bikeve.

(fr)

ANHA