Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin

1'emîn konferansa komînan, ku ji aliyê Meclîsa Bajarê Firatê ve li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi dirûşmeya "Divê hemû xebatên civakî ji komînê dest pê bikin" hate lidarxistin, beşdaran rola komînan di avakirin û rêxistinkirina civakê de destnîşan kir.

Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin
22 mijdar, 2025   17:56
DÊRAZOR

Meclîsa bajarê Firatê li gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê 1'emîn konferansa komînan bi dirûşmeya "Divê hemû karên civakî ji komînê dest pê bikin" li dar xist. Endamên meclîsên bajarok, meclîsên navçeyan, komîn, komîte, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, nûnerên partiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komîteya perwerdehiyê û hevseroka meclîsa rêveber a kantona Dêrazorê, beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de endamê dîwana konferansê Ebdulqadir El Mersûmî bi xêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya aktîvkirina komînan wekî şaneya bingehîn a rêxistinkirina civakê.

Piştre, şêwirmendê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed li ser pêşketinên dawî yên siyasî li Sûriyeyê û meylên nenavendîbûnê şîrove kir, her wiha peymana 10'ê Adarê û têgeha yekbûnê nirxand û teqez kir ku yekîtiya Sûriyeyê bi destûreke ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike girêdayî ye.

Her wiha nûnera Meclisa Gelan a bajarê Firatê Xada Adil, derbarê xebata komînan, li gorî bendên peymana civakî, û bi taybetî madeyên 74 û 75, axivî.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Dêrazorê Mihemed El Dexîl, têgeha komînê û rola wê di nav avahiya civakê de şîrove kir û bal kişand li ser berpirsiyariya wê di birêvebirina karûbarên rojane yên gel de.

Piştre beşdaran çend pêşniyar derbarê rêxistinkirina karê komînan û başkirina hevkariyê bi saziyên xizmetguzariyê re pêşkêş kirin.

Di dawiya konferansê de, hate ragihandin ku konferans wê bi awayekî dorveger li hemû bajar û bajarokên kantona Dêrazorê werin lidarxistin.

(ac)

ANHA