Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin

Şêniyên Şiwêdayê di xwepêşandanekê de daxwaza mafê çarenûsî û vegerandina kesên revandî kirin. Şêniyan her wia hebûna rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê red kirin.

Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
Şêniyên Siwêdayê li qadan daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin
22 mijdar, 2025   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, şêniyên Siwêdayê li Qada El Kerama ya li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê çarenûsî û vegerandina kesên revandî kirin.

Yek ji xwepêşanderan, ku li benda vegera kurê xwe ye, got ku revandina kurê wê pirsgirêkên tenduristiya wê girantir dike. Jinên din ên koçber diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û gotin ku "hikûmeta El Colanî ne rewa ye; wê kuştin û talan kir û jin revandin, lewma ew hikûmet nûneriya me nake. "

Di xwepêşandanê de pankart hatin hildan û belavok hatin belevkirin, di belavokan de doza mafê çarenûsî hat kirin û hebûna rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li Siwêdayê hat redkirin.

Ji Tîrmeha îsal ve, piştî ku Siwêda û gundewarê wê rastî êrişeke hêzên hikûmeta veguhêz hatin ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û revandin, rojane xwepêşandan û protestoyên giştî li dijî desthilatdariya hikûmeta veguhêz têne kirin û mafê çarenûsê tê xwestin.

(k)