Li El Bûkemal û Helebê nivîsên DAIŞ`ê li ser dîwaran hatin dîtin

Li bajarên Helebê û bajarê El Bûkemalê yê Dêrazorê, li ser dîwaran nivîsên ku bangeşaiya çeteyên DAIŞ`ê dikin û gefê li xelkê dixun hatin nivîsandin.

Li El Bûkemal û Helebê nivîsên DAIŞ`ê li ser dîwaran hatin dîtin
22 mijdar, 2025   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa El Meşarqa ya Helebê û bajarê El Bûkemalê yê Dêrazorê, li ser dîwaran nivîsên ku bangeşaiya çeteyên DAIŞ`ê dikin û gefê li xelkê dixun hatin nivîsandin. Hebûna van nivîs û gefan fikar û tirsa xelkê zêde kir.

Li ser dîwarên malan û dezgehên fermî li bajarê El Bûkemalê nivîsên wek "Gelî xaçperestan, Dewleta Îslamê dê vegere" û li taxa El Meşarqa ya bajarê Helebê nivîsa "Dewleta Îslamê her heye" hatin dîtin.

Ev kiriyar nîşan dide ku şaneyên DAIŞ`ê li herêmên di bin desthilatdariya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de bi serbestî tevdigerin û gefê li şêniyan dixun.

(k)