Dagirkeran qutkirina daran û talankirina malên sivîlan didomînin

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên li dijî xweza û şêniyên Efrînê didomînin. Bê hesab û bê reqîb, daran qut dikin, didizin, li ser mal û milkên şêniyan bazarê dikin.

Dagirkeran qutkirina daran û talankirina malên sivîlan didomînin
15 îlon 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan li bajarê Efrînê yê dagirkirî, çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ehmed Yusif (40) ê ji êla Imêrat piştî ji Lubnanê vegeriya bi 2 hefteyan ber bi cihekî ne diyar ve revand. 

Her wiha çeteyên "polîsên sivîl) jî 6`ê Îlonê ciwanê bi navê Mihemed Reşîd Reşo (19) ê ji gundê Silo yê bajarê Cindirêsê bê tawan û bê agahiya malbatê revand û li navenda xwe ya ewlehiyê girt.

Çeteyên "Hemzat" 7 darên behîvê yên şêniyê bi navê Hesen Cimo yê ji gundê Kîmarê yê bajarokê Şêrawayê birî ji bo ku êzingên wê bifiroşe.

Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ehmed El Demlexî mala şêniyê bi navê Fewazî Elî yê ji gundê Qude yê bajarê Recoyê ku li taxa Ziyêdiyê yê bajarê Efrînê piştî ku kir 2 beş bi hezar û 200 dolarî firot kurapekî xwe.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyekî DAIŞ`ê yê mala şêniyê bi navê Mihemed Xelîl Hisên li gundê Qujuma yê bajarê Cindirêsê desteser kiriye, bi guleyan êriş ciwanê bi navê Şervan Mistefa Bin Ednan (30) kiriye ji ber ku beyî ku bêje "yela yela" derketiye ser banê mala xwe. Lê tiştek bi ciwanê navborî nehat.

Komeke çeteyan mewsima 20 darên zeytûnan a bavê Şervan Mistefa Bin Ednan talan kiriye ruxmî ku hîna nekemlî ye.

(şx)