Li Dêrazorê erebeyek hat hedefkirin

Li bajarê Qoriya yê gundewarê Dêrazorê erebeya şêniyekî bi bombeyeke deng hat hedefkirin.

Li Dêrazorê erebeyek hat hedefkirin
20 mijdar, 2025   17:09
DÊRAZOR

Li bajarê Qorya yê gundewarê Dêrazorê ku di bin kontrola hikumeta veguhêz de ye asta ewlehiyê paş ketiye.

Di hefteyên dawîn de li vî gundê hejmara niştecihên wê zêdetirî 80 hezar kes e sûc, pevçûn, avêtina guleyan bêserûber, belavbûna madeyên hişbirê û tevlihevî zêde bûne.

Berbanga vê sibehê bi bombeyeke deng erebeyê kesê bi navê Yûsif Elî El Mihemed hat hedefkirin.

Tevî rewşa metirsîdar, li gundê navendek tenê ya polîsan heye ku derfet û hejmara endamên wê kêm e. Ev jî dibe sedem ku rewşa ewlehiyê ber bi têkoçûnê ve biçe.

(bb)