Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Kantona Reqayê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xist. Di konferansê de meclisa nû hat avakirin û hevserok hatin hilbijartin.

Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Cotkaran konferansa xwe li dar xist
20 mijdar, 2025   16:56
REQA

Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Kantona Reqayê konferansa xwe ya 2'yemîn bi dirûşma "Bi rêxistinkirina cotkaran û xwedîkarên ajalan em ê mil bi mil aboriya civakî ava bikin" li hola Mişwar a bajarê Reqayê li dar xist.

Di konferansê de endamên Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Kantona Reqayê û nûnerên yekitiyên yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Yekitiya Esnafan, hevserokên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb El Turkan û cotkar û sewalvanên kantonê beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Kantona Reqayê Efaf El Kebei bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser rola cotkaran di avakirina aboriya welat û pêkanîna ewlehiya xurekê de.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb El Turkan piştî spasiya hemû cotkaran kir da zanîn ku ji sedî 90 şêniyên kantona Reqayê debara xwe bi çandiniyê dikin, lew ra divê li gorî îmkanan pêdivî û daxwazên cotkaran werin bicihanîn.

El Turkan di axaftinên xwe de rewşa siyasî jî nirxandin û got, "Diyalogên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re erênî ne. Em hêvîdar in di rojên bê de Sûriye bibe welatekî demokratîk, nenavendî û yekgirtî."

Di dewama konferansê de hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê Ebdullah El Xelîl jî axivî û ev tişt anî ser ziman "Cotkarî û sewalvanî beriya ku pêşiyek bin, berpirsyariyên mezin in. Ji ber ku erka pêşxistina aboriya welat hilgirtine ser milê xwe. Ji bo vê jî pêşxistina vê pêşiyê û rêzdariya li hemberî jîngehê erka herî kesî ye."

El Xelîl di dewama axaftina xwe de banga pêşxistina kooperatîfên çandiniyê û bicihanîna tevahî daxwazên cotkaran kir.

Piştre rapora rewşa rêxistinî û darayî ya yekitiyê ji aliyê hevserokê yekitiyê ya kantonê Ehmed El Hemûd ve hat xwendin.

Beşdaran jî nêrînên û daxwazên xwe anîn ziman. Hate xwestin  rewşa çandiniyê were pêşxistin, destek bi cotkaran re were kirin, sotemenî û pêdiviyên wan peydakirin, nirxekî guncaw ji bo kirîna berhem ji cotkaran re were diyarkirin û rola kooperatîfên çandiniyê were pêşxistin.

 Ji bo avakirina meclisa yekitiyê hilbijartin pêk hatin. Efaf El Kebi û Ehmed El Hemûd  wekî hevserok û 8 endamên meclisê hatin hilbijartin.

(mh/bb)

ANHA