Li Dêrazorê destpêşxerêya paqijkirinê û çandina 6500 dar

Şêniyên bajarê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê bi hevkariya rêxistinekê li kantona Dêrazorê, ji bo paqijkirina bajêr û çandina 6 hezar û 500 daran, destpêşxerêyek da destpêkirin.

Li Dêrazorê destpêşxerêya paqijkirinê û çandina 6500 dar
Li Dêrazorê destpêşxerêya paqijkirinê û çandina 6500 dar
Li Dêrazorê destpêşxerêya paqijkirinê û çandina 6500 dar
Li Dêrazorê destpêşxerêya paqijkirinê û çandina 6500 dar
2 mijdar, 2025   16:37
DÊRAZOR

Şêniyên gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê bi hevkariya rêxistina ACTEDˊê ya cîhanê, ji bo paqijkirina cihên giştî, mezre û kolanan, sererastkirina bi dehan malên ji ber şer zirar dîtine, destpêşxerêyek da destpêkirin.

Ev destpêşxerî di çarçoveya xebata paqijkirina taybet û çandina 6 hezar û 500 dar li derdora rêyên bajarê Hecînê û bajarokên girêdayî wê, pêk tê.

Xebata xwebeşan paqijkirina dibistan, peyarê û navendên rêveberî û xizmetguzarî, her wiha çandina daran, e.

Ev destpêşxerî heta 20 rojan didome. Çavdêrên li ser vê xebatê diyar kir ku ev destpêşxerî dê di demên bê de bi hevakariya di navbera şênî û rêxistinên navneteweyî de, di oxira pêşxistina ruhê kolektîv, başkirina xizmetguzariyên giştî û handana vegera li xebata xwebeş de, bidomin.

(mh/fr)

ANHA