Ji Meclisa Jinan a Helebê banga pêkanîna "mafê hêviyê"

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê banga pêkanîna "mafê hêviyê" ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir. Meclisê diyar kir ku ev maf gava pêşîn a ber bi pêkanîna aştiya li herêmê ve ye.

Ji Meclisa Jinan a Helebê banga pêkanîna "mafê hêviyê"
2 mijdar, 2025   17:05
HELEB

Di çarçoveya daxwaz û bangên gel ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li nêzî saziya olî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi amadebûna bi dehan endamên meclisê, ji aliyê endama meclisê Sêvîn Emonî ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ku geşedanên dawîn ên herêmê bi doza Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û hate gotin ku helwesta meclisê û daxwazên wê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sabit in, ji ber azadiya wî kevirê bingehîn a serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê tye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî demokrasî, azadiya jinan û jiyana hevbeş a gelan rabûye û sînorên teng ên neteweyî derbas kirine.

Di daxuyaniyê de bang li desthilatdarên Tirkiyeyê hat kirin ku "mafê hêviyê" yê li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan bidin Rêber Abdullah Ocalan û hat gotin ku tecrîda bi salan a li ser Rêber Abdullah Ocalan pêşî li pêvajoya aştiyê digire.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e û pêkanîna aştiyê ji naskirina fikra Rêber Apo û projeya wî ya demokratîk dest pê dike.

(mh/fr)

ANHA