Li Dêrazorê aşeke nû ket xizmetê

Li Dêrazorê bi armanca zêdekirina miqdara ard û pêşwazîkirina pêdiviya gelê herêmê ya madeya nan, aşek nû ket xizmetê.

Li Dêrazorê aşeke nû ket xizmetê
Li Dêrazorê aşeke nû ket xizmetê
Li Dêrazorê aşeke nû ket xizmetê
29 cotmeh, 2023   13:07
DÊRAZOR

Bi armanca zêdekirina miqdara ard û peydakirina miqdareke yedek li depoyan, Komîteya Aboriyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê aşa nû xist xizmetê. Bi vê yekê hejmara aşên li herêmê ku pêdiviyên xelkê ji madeyên sereke yên dikevin pêjandina nan pêşwazî dikin dibe 3.

Xebitandina aşa nû di çarçoveya pêkanîna encamnameya kongreya ′Xurtkirina ewlehî û aramiyê bi armanca xurtkirina hevkariyê li Dêrazorê′ ya 22′yê Cotmehê hate lidarxistin de, pêk tê.

Li gor malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aşê nû ketiye xizmetê dê rojane nêzî 75 ton ard hilberîne.

(fr/c)

ANHA