Li Dêrazorê 80 şervanên Erka Xweparastinê dewreya xwe qedandin

Ji akademiya Hêzên Erka Xweparastinê ya şehîd “Zêbeq” a kantona Dêrazorê 80 şervan derçûn. Dewre bi navê şehîd “Elî El Ehmed bû.

Li Dêrazorê 80 şervanên Erka Xweparastinê dewreya xwe qedandin
10 îlon, 2025   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji akademiya Hêzên Erka Xweparastinê ya Şehîd Zêbeq a kantona Dêrazorê 80 şervan derçûn. Piraniya ciwanên tevli dewreya bi navê şehîd “Elî El Ehmed” bûne, ji “Qura El Seba”yê ne ku ji destê rejîma berê hatiye rizgarkirin.

Di merasîma derçûnê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Mehmûd got di vê pêvajoya hesas de û ji bo rê li pêşiya êrişên hundirîn û derve bê girtin, gereke ciwanên Dêrazorê tev li hêzên leşkerî bibin.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sondxwar ku erka xwe bi cih bînin, ax û gelê xwe heta dawiyê biparêzin.

(şx)