Li Dêrazorê 6 çete hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin

QSDˊê ragihand ku li rojavayê gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke xeternak li dar xist, di encamê de 6 çete hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin.

Li Dêrazorê 6 çete hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin
24 kanûn, 2025   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanityekê ragihandin li gundewarê rojavayê Dêrazorê 6 çeteyên DAIŞˊê hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên berdewamê yên ji bo serdegirtina şaneyên rêxistina "DAIŞ" a terorîst de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê, bi piştgiriya yekser a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, roja yekşema borî, operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Di encama operasyonê de erebeyeke bombebarkirî ya ku ji bo pêkanîna karekî terorane hatibû amadekirin, hat bêbandorkirin û ferdên şaneyeke terorîst ku ji 6 kesan pêk tê, bêyî tu zirar bi hêzan bibin, hatin girtin.

Navên terorîstên hatine girtin wiha ne:

Mihemed El Ubeyd (Ebî Usame/Ebî Îsrai).

Xidir El Ubeyd (Ebî Ewad).

Îbrahîm El Ubeyd (Ebî Îyad).

Hisên El Elî.

Ebdulhimêdî El Nasir (Ebî Deham).

Xelef El Hesen (Ebû Nûredîn)

Li gorî lêpirsînên destpêkê, terorîstan li xwe mikur hatin ku wan madeyên teqemeniyê ji şaneyên girêdayî wan re vediguhastin û belav dikin, li kêlek wê jî mayîn çêdikirin û erebeyên bombebarkirî amade dikirin, da ku êrişên terorane li herêmê pêk bînin. Terorîstan îtîraf kir ku wan nuqte û cihên leşkerî yên hêzên me, rûspî û saziyên xizmetguzariyê hedef girtine.

Lidarxistina vê operasyonek girîng e, ku êrişeke terorane ya xeternak ku li dijî herêmê dihat plankirin hat têkbirin. Li kêlek wê jî vê operasyonê rê li pêş windahiyên mirovî û zirarên li dijî binesaziyan girt.

QSDˊê diyar kir ku hişyariya ewlehiyê wê di astên herî bilind de bimînin, em tevahî tevgerên biguman ên şaneyên rêxistina "DAIŞˊê" ya terorîst û tevgerên girêdayî wan dişopînin û çi êriş an jî gefên li dijî ewlehiya herêmên me yan jî li dijî sivîlan wê rastî bersivên tund werin."

(fr)