Li Derayê sûcên bê hesab

Li bejahiya Derayê ciwanek kuştî hat dîtin. Li aliyekî din jî di dema derbasbûna erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de mayîneke teqiya.

Li Derayê sûcên bê hesab
31 cotmeh, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şêniyên gundewarê rojhilatê Derayê li ser rêya navbera bajarokên Teyba û Metaiye cenazeyê ciwanekî ku şopên îşkenceyê li ser bûn, dît.

li ser rêya navbera Nemir-Semlîn a li rojhilatê Derayê jî hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî ya girêdayî îstixbarata leşkerî ya hêzên Şamê, mayîne ku kesên nenas bi cih kiribû teqiya. Di encama teqînê de zirarên madî çêbûn.

Bi vê yekê û li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê di encama 436 êrişên cuda de 346 kes hatine kuştin.

Li Derayê bûyerên revandin û kuştinê dewam dikin û bazirganiya madeyên hişbir belav e.

(c)