Li Derayê goreke din a komî hat dîtin

Li bajarê Senemên ê li bakurê Derayê goreke komî hate dîtin.

Li Derayê goreke din a komî hat dîtin
4 ÇILE, 2025   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera nûçeyan a Dera 24, duh êvarê şêniyên bajarê Senemên ê li bakurê Derayê goreke komî dît.

Malperê destnîşan kir ku gora duh ji aliyê şêniyan ve hat kolandin û cenazeyên tê de, beriya 10 salan hatine binaxkirin.

16ˈê Kanûna 2024ˈan jî li nêzî bajarê Izraa yê Derayê goreke komî ku rejîma Baasê li nêzî Mezreya El Kiwêtî çêkiribû, hatibû dîtin. Di gora komî de 31 cenaze ku piranî yên jin û zarokan bûn, hatin derxistin.

21ˈê Kanûna heman salê de li gundê Um El Qisûr ê di navbera Dera û Şamê de goreke din a komî hatibû dîtin.

(bb)