Şêniyên Siweydayê çi dixwazin?

Çalakvanên sûriyeyî diyar kir ku ew bi avakirina Sûriyeyeke sivîl a demokratîk re ne ku mafên sûriyeyiyan bê cudahî dabîn bike.

Şêniyên Siweydayê çi dixwazin?
Şêniyên Siweydayê çi dixwazin?
Şêniyên Siweydayê çi dixwazin?
Şêniyên Siweydayê çi dixwazin?
4 ÇILE, 2025   14:49
Siweyda

Li bajarê Siweydayê xwepêşandanan dîsa dest pê kir. Bi sedan şênî li dijî biryarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û guhertina rêbazên perwerdeyê bêyî ku pirrengiya Sûriyeyê li ber çavan bigirin, daketin qada Kerame ya li bajêr. 

Xwepêşandêran pankartên "Em dixwazin nifşekî vekirî, şaristanî ku Sûriyeya nûjen ava bike, mezin bikin", "Na ji îslamîkirina materyalan, bi taybet ên zanistî re… kiryarekî derqanûnî ye" hildan, her wiha bang kirin ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê van biryaran û pirrengiya Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin.

Ajansa me nêrînên çalakvanên ku tev li xwepêşandanan bûne, girtin. Çalakvan Texrîd El Heclî ji ber xebatên bavê xwe yên siyasî di encama zextên rejîma Baasê de sala 1997`an tevî malbata xwe ji welêt derketibû û paşê vegeriyaye û tev li xwepêşandanê bûbû.

Texrîd got: "Dema ji Sûriyeyê derketim, ez 18 salî bûm. Niha 47 salî me û piştî ketina rejîma Baasê ez vegeriyam. Min malbat û dostên xwe di xwepêşandanan de dîtin."

Texrîd bi hêvî ye ku tev li avakirina Sûriyeya siberojê bibe ku dê bi keda welatiyên wê bê avakirin.

Çalakvanekî din ê ji Derayê Mişleb Emîn jî di xwepêşandan de hazir bû. Emîn wêneyê çalakvan "Ramî Henawî" yê ji Siweydayê ku 15`ê Tebaxa 2012`an li bajarê Sehnaya yê Şamê hatibû girtin û sala 2017`an di bin îşkenceyê de hatiye kuştin, hildaye û got: "Em hatin ji bo ku banga dewleteke sivîl, dewleta hemwelatîbûnê ji tevahî sûriyeyan re bikin."

Generalê taqawîd Nayif Talal El Aqil jî ketina rejîma Baasê li gelê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Em ji hişmendiya kufikî ya pêşketin red dikir û piştgirî dida nezaniyê, xelas bûn."

El Aqil destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê yek e û hêvî kir ku demokrasî li Sûriyeyê belav bibe û Sûriyeye ya sûriyeyiyan be.

(şx/k)

ANHA