El Sîsî û Erdogan piştî dijminahiya bi salan dest dan hev

Pişî dijminahiya bi salan, serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî dest dane hev û peymanên tevkariyê îmze kirin. Diyar e ku lihevhatina her du aliyan dê bandoreke neyînî li gelek dosyayan bike.

El Sîsî û Erdogan piştî dijminahiya bi salan dest dan hev
5 îlon 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ku 5 sal berê ew wek “qatil û dictator” wesifand û li dijî rejîma Misirê piştgirî dida Îxwan El Muslimîn, duh (4’ê Îlonê), bi gotina "Merhaba birayê ezîz" pêşwaziya serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî kir.

Li gorî serokkomariya dewleta Tirk, Erdogan û El Sîsî li pêşberî rojnamevanan 17 peymanên tevkariyê îmze kirin. Her wiha diyar kirin ku tevkariya bazirganiyê ku niha kêmî 10 milyar dolarî ye, dê di 5 salên bê de bigihînin 15 milyar dolarî.

Bi salan di navbera her du serokan de nakokî hebûn. Dema El Sîsî bû serokkomarê Misirê û desthiltdarî ji serokê berê Mihemed El Mursî yê girêdayî Îxwan El Muslimîn standibû, hingî Erdogan gotibû "El Sîsî derbekar e".

Tê zanîn ku di navbra dewleta Tirk û Misirê de nakokî li ser dosyayên Lîbya, rojhilatê Seryaya Spî, gelemperiya Afrîka, Iraq, Sûriye û Ermenistanê hene. Erdogan û El Sîsî hewl dida li hemberî hev hevbendiyên herêmî û navnetweyî ava bikin. Lê piştî ew qas nakokî û aloziyan, Erdogan silavdayîna di hevdîtina duh de gotibû ev nakokî veguherî "biratî û destdayîna hev."

Encamên lihevhatina her du dewletan di guhertina hevsengiya siyasî ya li Lîbyayê de diyar dibe. Dewleta Tirk êdî destwerdanê li tevgerên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter li dijî hikumeta Terablusê û millîsên wê yên ku destekê ji dewleta Tirk digirin, nake.

BANDORÊN LI DOSYAYA SÛRIYEYÊ Û HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Siyaseta ku El Sîsî dimeşîne nîşane dide ku dê rola Misirê di pêvajoya bê de neyînî be. Piştî ku El Sîsî behsa rizgakirina weletên Ereban, parastina ewlehî û serdestiya wan dikir, niha diyar dibe ku hebûna hêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Lîbyayê dipejirîne.

Di encamê de tê çaverêkirin ku li piraniya herêman dan û standinek di navbera Tirkiye û Misirê de çêbe ku li ser hesabê berjewendiyên gelên van welatan be. Dibe jî siyaseta serokkomarê berê yê Misirê Husnî Mubarek dubare bibe ku roleke negatîf di pirsgirêka Kurd de dilîst û di Komploya Navneteweyî ya revandina Rêber Abdullah Ocalan de cih girt, her wiha piştgirî dabû Lihevkirina Edeneyê ya bû sedema dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê.

Ji dosyayên din ku dibe tevkariya Misir-Tirkiyeyê tê de hebe, ew e ku Qahîre derbasî xeta muzakereyên di navbera Şam û Enqereyê bibe, sponseriya “peymana nû ya Edeneyê” ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Di heman demê de ne dûr e di navbera her du aliyan de tevkariyeke ewlehî û îstîxbaratî çêbe ku çalakvanên Kurd û nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Misirê tehdît bike.

Lê pirsa herî girîng a ku xwe dide der ev e; gelo Erdogan tevahî alavên xwe li Misir, Sûriye, Lîbya û Afrîkayê bi dawî kirine? Gelo rewşa berpirsên Îxwan El Muslimîn û saziyên wan ên çapemeniyê ku Tirkiye hîna wan hembêz dike, çi ye?

Aşkera ye ku El Sîsî, Beşar Esed û rayedarên Lîbyayê sûd ji dersên berê wernegirtine. Tê bîra me dema Erdogan û hevjîna xwe bi Esed û hevjîna wî re li taxên Şam û Helebê digeriyan, çend sal di ser gerê re derbas nebûn, Erdogan xwest rejîma Esed hilweşe.

Siyaseta dewleta Tirk aşkera ye; hewl dide bi pêşxistina têkiliyan bi dewletan re, destwerdana li qada aborî û çandî, piştevaniya bi komên çeteyan re û bi êrişên leşkerî mêtingeriya xwe berfireh bike û projeya Osmaniya nû zindî bike. Diyar e ku El Sîsî û Esed û yên dîtir ên hewl didin desthilata xwe biparêzin dê bikevin xefika siyasetên hegemonîk û dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

(bb)

ANHA