Li Derayê di êrişa Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin

Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Derayê de 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Derayê di êrişa Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin
25 adar, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê bajarokê Koya yê herêma Hewza Yermûk a li rojavayê Derayê ya başûrê Sûriyeyê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 5 kes hatine kuştin û yek jê jin, hin kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku ji ber bombebarana li ser bajarokê Koyayê ku hîna dewam dike, tirs di nava şêniyan de çêbûye û hejmareke mezin ber bi gund û bajarokên derdorê ve koçber dibin. Çavkaniyan got: "Dagirkerên li baregeha El Cezîrê bi tankan û bi dijwarî bajarok topbaran kir."

Kombûna "Ehrar Horan" jî diyar kir ku êrişa li dijî bajarok piştî bersiva şêniyan a li hemberî dewriyeya Îsraîlê ya ku hewl dida pêşde here, dest pê kir. Kombûnê ragihand ku di navbera şêniyan û hêzên dewriyeya Îsraîlê de ku ji derdora gund vekişiyabû şer derket, piştre êrişê dest pê kir.

(bb)