Kongreya Îslama Demokratîk li dijî êrişan bang kir

Kongreya Îslama Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya desthilata Şamê şermezar kirin û diyar kir ku bêdengiya li hemberî zilmê, zilm bi xwe ye.

Kongreya Îslama Demokratîk li dijî êrişan bang kir
25 adar, 2025   14:12
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk li gundê Exêbiş ê Til Temirê yê nêzî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi sedan şêniyên Hesekê, Til Birak, Hol, Şedadê, Til Hemîs, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Zirgan, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Kongreya Îsalam Demokratîk a bajarê Hesekê Mihemed Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Kongreya Îslama Demokratîk bi fikareke mezin bûyerên biêş ên ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, Sirînê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê dişopînin. Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî sûcên qetilkirin û wêrankirinê li dijî gelê me yê aştîxwaz kir, di encamê de zarok, kesên bi temen, jin û oldar bûn qurban. Her wiha binesaziya herêmê bi taybetî jêderên enerjiyê, zeviyên petrolê, stasyonên gaz û ceyranê kirin hedef da ku êşa sivîlan kûrtir bike.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev êriş di pêvajoyeke hesas ku Sûriye tê re derbas dibe, tên kirin û wiha hat domandin: "Gelê herêmê hewl dide aramî û aştiyê bisepînin, lê dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên qedexeya hedefkirina sivîlan di dema şeran de binpê dike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Remezanê de binpêkirina nirxên îslamê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha bêdengiya desthilata Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û hate gotin bêdengiya li hemberî zilmê zilm bi xwe ye. Bang li desthilata Şamê hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên parastina serdestiya Sûriyeyê û welatiyên wê pêk bîne.

Kongreya Îslama Demokratîk êrişên li dijî pêkhateyê gelê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û teqezî li ser biryardariya berxwedanê û parastina herêmê kir. Her wiha berxwedana şêniyan, bi taybetî berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de bang li îmam, oldar û melayên mizgeftan hat kirin ku rola xwe li dijî zilmê pêk bînin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.

Her wiha bang li saziyên olî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe li hemberî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bînin, zextê li civata navneteweyî bikin da ku dawî li êrişan bînin.

(bb)

ANHA