Li Idlibê hêrsa li dijî çeteyan

Li gundewarê Idlibê xwepêşandan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin.

Li Idlibê hêrsa li dijî çeteyan
24 adar, 2024   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şevê li bajarên Silêqîn, Ermenaz, Dêr Hesan û kampên Etme ya rojava yên gundewarê Idlibê bi dehan kes li dijî çeteyê dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana girtiyan û girtî werin berdan û rawestandina zexêtên saziyên ewlehiyê kirin. Li bajarê Silêqîn çeteyên ’Tehrîr El Şam’ gule bê serûber berdan.

(bb)