Li Dêr Hafirê şervanên QSDˊê 3 hewlên derbasbûnê têk birin

Şervanên QSDˊê 3 hewldanên derbasbûnê yên komên hêzên hikumeta veguhêz li herêma Dêr Hafirê têk birin û got ew amade ne bersiva her êrişeke dijî herêmê bidin.

4 cotmeh, 2025   06:05
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li eniyên şer diyar kir ku ew pabenî parastina sivîlên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, bi taybet li herêma Dêr Hafirê ku car caran ji çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve tê hedefgirtin.

Di vê dawiyê de komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê herêma Dêr Hafirê topbaran û bombebaran kir, di şeva 20ˊê Îlona 2025ˊan de bi balafirên bêmirov êrişî sivîlên gundê Uma Tîna yê Dêr Hafirê û komkujiyek pêk anîbû. Di komkujiyê de 8 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Nûçegihana ajansa me ku pêşdeçûnên li herêma Dêr Hafirê ji nêz ve dişopîne, hevpeyvîn bi hejmarek şervanên QSDˊê re yên di eniyên pêş de, çêkir. Ji wan fermandarê meydanî Şoreş Til Eran bû, ku li gundê Resim El Kirom di eniyên pêş de bû. Gund ji nuqteyên bicihanîna hêzên hikumeta veguhêz nêzî 50 metreyî ye.

Şoreş Til Eran hewlên dubare yên komên hêzên hikumeta veguhêz ên derbasbûna li nuqteyên wan aşkera kirin û got: "Wan koman 3 caran hewl da derbas bibin. Lê hêzên me amade bûn, bersiva wan da. Em nahêlin tu hewlek bi ser bikeve."

Şoreş destnîşan kir ku komên êrişkar pişta xe didin dronên xwekuj. Wan koman bi dronan gelek caran nuqteyên hêzên QSDˊê bombebaran kirine, lê tu endamek birîndar nebû. Lê sivîlên li Dêr Hafirê dihatin hedefgirtin û vê jî xeterê zêdetir dikir.

Li aliyekî din jî şervanê QSDˊê yê ji pêkhateya Elewî ya li perava Sûriyeyê, Redad El Sahilî got: "Ez niha di refên pêşî yên eniya gundê Resim El Kirom de li nêzî nuqteyên komên  beredayî yên bi navê "Emşat", "Hemzat" im ku di navneteweyî de bi binpêkirinên mafên welatiyan tên naskirin."

El Sahilî diyar kir ku "Em peyamekê ji xelkê xwe yê zulm lê bûye re dişînin ku em ê wan ji vê yekê rizgar bikin. Ev ewrê reş wê here. Em soz didin xelkê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê heta dawî şer bikin û ev kom wê di ser cenazeyên me re derbas bibin."

Şervanekî din ê QSDˊê Welîd Meskene yê li eniyên şer got: "Hêzên me tevgerên wan koman dişopînin û bersiva tevahî hewlên wan didin. Armanca me parastina sivîlan û îstîqrara li herêmê ye."

(fr)

ANHA