Li Efrînê 5 hezar mal û bi sedan dikan hatine desteserkirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zêdetirî 5 hezar mal û bi sedan dikanên ku piranî li Kolana Raco ya Efrînê ne, desteser kirine. Li kêleka wê sûcên revandinê û astengiyên li dijî şêniyan didomin.

Li Efrînê 5 hezar mal û bi sedan dikan hatine desteserkirin
4 cotmeh, 2025   03:35
TEBQA

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê binpêkirin û sûcên şer ên berdewam ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê dagirkirî têne kirin, belge kirin.

Gerînendeyê rêxistinê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li gel ku Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatiye avakirin û ev çete tev lê bûne jî, çeteyên "Emşat", "Hemzat" û "Hêzên Hevbeş" sûcên wekî revandin û şantajkirinê, desteserkirina mal û milkan, girtinên ketober didomînin.

Li gorî belgekirinên rêxistinê yên 2025ˊan, hejmara revandiyan derketiye 311’an ku 26 jê jin û 6 jî zarok in. Rêxistinê diyar kir ku 41 kesan jî di rewşên cuda de jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 40 rewşên lêdanê hatine belgekirin, li kêleka wê jî nêzî 700 revandî ji girtîgehên Efrînê ber bi girtîgehên Raî û Hewar Kilis ve hatine veguhastin.

Rêxistinê dabû zanîn ku li dijî jîngehê û mal-milkên giştî jî binpêkirin çêbûne; li zêdetirî 7 daristanên li deverên cuda dar hatine birîn û şewitandin, 2 hezar û 235 darên berhemdar hatine hilkirin ku piranî darên zeytûnê ne.

Li gundê Elî Jaro yê bajarokê Bilbilê, li gel ku xwedî li gund e, zêdetirî hezar darên zeytûnan hatine desteserkirin, bi rengên şîn hatine boyaxkirin. Ev boyaxkirin nîşaneya desteserkirinê ye. Li kêleka wê jî li malbatan hat ferzkirin ku ji bo her darekê li beramber vegerandinê divê 4 dolar werin dayîn.

Şêxo têkildarî mijarê got: "Bi hewldana xweşikkirina dîmenê, hikumeta veguhêz komîteyeke aborî ji endamên nivîsgehên çeteyan berê ava kirine, çêkir. Armanca komîteyê qaşo hêsankirina kar û barên şêniyan û vegerandina mal-milkên wan e. Lê rewşa heyî aşkera dike astengiyên bîroqratî û xwesteên tacîzî hene, weke divê xwediyên erdan belgeyan bînin, lê ev belge ji ber şer zehmete werin peydakirin. Komîteyê şertê lêkolîna ewlehiyê daniye ku dikare bibe sedema desteserkirina milkan."

Îbrahîm Şêxo di dewama axaftina xwe de got: "Li gel ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri sozên dabînkirina aramî û parastina sivîlan dane, lê ev soz li kaxizan mane. Çete binpêkirinan didomînin. Ev yek nîşan dide ku hikumet li hember vegerandina milkên hatine desteserkirin an jî ferzkirina ewlehiyê aciz e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de ya ji 8 bendan pêk tê, bendeke wê jî misogeriya vegera koçberan û parastina wan e. Lê Şêxo diyar kir ku li gel nebûna jîngeheke ewle, berdewama desteserkirina zêdetirî 5 hezar mal û bi sedan dikanên bazirganiyê li Efrînê (600 dikan li Kolana Raco ya Efrînê di bin kontrola çeteyên Ehrar El Şerqiyê de ne) zehmet e ev bend pêk were.

(fr)

ANHA