Gelê Binarê Qendîlê komplo protesto kir: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

Li Binarê Qendîlê bi meşekî komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Rêvebera Meclîsa Jinan Serwîn Celal got, “Komplo bi dawî nebûn, ji felsefeya neteweya demokratîk ditirsin.”

Gelê Binarê Qendîlê komplo protesto kir: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye
15 sibat, 2026   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Derwekotir ya Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Meclisa Gel, Melisa Jinan û Hevşaredariya Binarê Qendîlê Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Apo bi meşekê hate şermezarkirin.

Piştî meşê Rêvebera Meclisa Jinan Serwîn Celal li ser navê girseyê axivî û got: “15’ê Sibatê tenê rojek nîne ku şermezarkirin, belkû ew vegereke dîrokî ya du eniyan bû. Xeta tarî û koletî, xeta azadî û ronahiyê bû.”

Serwîn Celal bal kişand ser komployên li ser gelê Kurd û got: “Komplo dawî nebûne, rewşa Rojava li ber çave. Herî dawî Hakan Fîdan gefa êrişê li ser Başûrê Kurdistan, Mexmûr, Şengal kir. Yek peyama van êrişan heye, ew ji felsefeya netewa demokratîk ditirsin. Dizanin ku kezî û kefiya şervanan bûye xembol li cîhanê. Ji bo wê dixwazin êriş bikin.”

Herî dawî ev hate gotin: “Kilîda çareseriyê ya aştiyê ya li Rojhilata Navîn tenê di destê Abdullah Ocalan de ye. Em neteweyekin bi xwîn û ramanê xwe nasnameya xwe nivîsandiye. Hûn dikarin gulan qut bikin, lê hûn nikarin pêşiya hatina Biharê bigirin. Bihara Gelan bi Rêber Apo şîn bûye û êdî veger nîne.”

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Rêber Apo û berxwedana gelê Kurd re dawî bû.