Li Cizîrê bac zêde bûye, mazot û kel û pel biha bûne

Li deriyê Sêmalkayê sîstema gumrikê hatiye guhertin û bac zêde bûye. Şênî û bazirgan dibêjin kel û pel gelekî biha bûne.

Li Cizîrê bac zêde bûye, mazot û kel û pel biha bûne
8 gulan, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi navê dê li deriyên sînor tevgera bazirganiyê bi rêxistin bike, sîstema gumrikê da guhertin. 

Piştî ku sîstema gumrikê hate guhertin li bazarê kel û pel, sebze û fêkî bi giştî gelekî biha bûne. Berê serê her toneke birinc 13 dolarê amerîkî digirtin, niha 27 dolarê digirin, yê zeytê jî ji 20 dolaran bûye 250 dolar, ard ji 11 dolarî bûye 53 dolar, şekir ji 13 dolarî bûye 53 dolar, pêlav ji 90 dolarî bûne 3 hezar dolar, xiradên malan ji 60 dolarî bûne hezar dolar û kamyonên ku sebze û fêkî tînin, berê 200 dolar ji wan digirtin niha bûye hezar dolar.

Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku wan bihayên mazotê zêde kirine, her wiha bihayên mazota çandiniyê, saziyan, pîşesazî û firinên nanê siyahî hatiye zêdekirin. Mazota xizmetguzariyê êdî lîtreyek bi 125 lîreyê Sûriyeyê ye û mazota din bi 75 sentan e.

Ji ber bihabûnê êdî tevgera bazaran kêm bûye û welatî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Têkildarî bihabûnê karmendê bi navê Deran Elî got: "Bihabûna pelûpelan aliyê aborî de zext li me kiriye. Em nikarin debara jiyana xwe bikin. Bi taybet kirîya erebeyên çuyîn û hatinê gelekî biha bûye. Mûçeyê min nema têrê dike ku ez pêdiviyên mala xwe pêk bînim. Em bi hêvî ne ku mûçeyê me zêde bikin û barê me hinekî sivik bibe."

Her wiha li Çilaxayê dikandar Ehmed Cerbûî got: "Ji ber sîstema nû ya gumrikê bihabûna kel û pelan zêde bû û bandor li ser bazarê kir. Êdî xelk nema dikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber ku bihabûna mazotê û gumrikê zêde bûye, kel û pel jî bihabûne. Niha tevger li bazarê gelekî kêm bûye."

Welatiya bi navê Wedha Ehmed jî got: "Kel û pel gelekî biha bûne, 4 lître zeyt gihaştiye 100 hezar lîreyî, kîloyeke bacanan bûye 8 hezar lîre. Ez di çandiniyê de dixebitim û rojane tenê 25 hezarî didin min."

Welatiyê bi navê Ehmed Mehmûd jî wiha got: "Bê ku lêkolîn li ser rewşa herêmê were kirin, biryar têne dayîn. Eger bihabûn zêde bûye dê xelk nikare debara xwe bike û krîza aborî mezintir bibe.”

ANHA