Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl banga lidarxistina kongreya neteweyî kir

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî kir û diyar kir ku kongre rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkan e.

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl banga lidarxistina kongreya neteweyî kir
8 gulan, 2026   05:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl der barê girîngiya kongreyeke neteweyî ya kurdî de ji ajansa me re axivîn.

Helbestvan Hozan Girkundê got qonaxa ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, arîşeyên li pêberî Rojava, êrişên leşkerî û medyayî yên li ser wê, yekkirina mala Kurdî hewce dike. 

Hozan Girkundê anî ziman ku divê lêvegereke kurdî were avakirin ku nêrînên hêzên Kurdî nêzî hev bike û bihêle ku hev din qebûl bikin û got: "Pêkanîna yekitiya kurdî di vê qonaxê de wê xizmeta gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî bike û kelemên li pêşiya civaka kurdî rake."

Hozan Girkundê anî ziman ku nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî bandoreke neyinî li jiyana gelê Kurd dike û bang li partiyan kir ku siyasetên xwe li ber çavan bigirin û ji bo yekitiyê bixebitin. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku zextê li hêzên siyasî bikin da ku bi lez lêvegera kurdî ava bikin ku nûnertiya wan di qadên navneteweyî de bike.”

Hevseroka Meclisa Ol û Baweriyan a Rojava Welîda Botî anî ziman ku gelê Kurd di esas de yek e, divê partiyên siyasî yên kurdî jî bibin yek. Welîdayê got li pêşiya yekitiya hêzên siyasî yên kurdî pirsgirêk hene, hin wan girêdayî berjewendiyên şexsî yên teng ku li pêşiya lihevhatine kurdî dibe astengî.

Welîda Botî di dewama axaftina xwe hişyarî da ku berdewama parçebûnê dê bibe sedem kucivaka kurdî bi hêzên Sûriyeyê paş bikeve.

Welîda Botî bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku par li Qamişloyê hatibû lidarxistin û da zanîn ku ev konferans jêdera şanaziyê ji bo gelê Kurd bû û hêviyên Kurdan ên yekitiyê xurt kirin.

Welîda Botî her wiha anî ziman ku yekhlesta kurdî di dema êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê peyameke zelal ji partiyên siyasî re bû ku gelê Kurd dikare bêyî nûnertiyeke rasterast a hêzên siyasî helwesta xwe bike yek û got: "Lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî dê pirsgirêka kurdî çareser bike."

Çalakvanê civaka sivîl Berzan Silêman jî destnîşan kir ku gelê Kurd ji sedên salan ve ji bo azadiya xwe û çareserkirina pirsgirêka xwe bi awayekî adilane, têkoşînê dike û bal kişand ser rola leşkerî ya kurdan di êrişan de.

Berzan Silêman têkildarî yekhelwestiya gelê Kurd axivî û wiha got: "Hêzên siyasî yên Kurdî ji bo doza Kurdî ne xwediyê heman daxwaz û yekhelwestî ne. ev yek bandoreke neyînî li ser doza Kurdî dike. Eger yekitiya Kurdî çênebe û nebin xwedî yekhelwestî gelê Kurd naghîjin mafên xwe. Parçebûyîn û nakokî navbera partî û hêzên siyasî yên Kurd bidomin dê bandor li ser baweriya navbera wan de bike û îmana gelê Kurd a ku bighîjin mafên xwe lewaz bibe. Bi projeyan gelê Kurd ji xak û welatîbûyîna wan mehrûm kirin. Bi yekitiyê re dê ev proje têk biçin, bighîjin mafên xwe û ewle bijîn. Divê Gelê Kurd xwe li gorî pêvajoyê, birêxistin bike. Hewldaên yekitiya êlên Kurdan dê bibe destek ku hêz û partiyên Kurdan yekitiya xwe çêkin."

ANHA