Li Çiyayê Kizwana şewatek mezin hat vemirandin

Li Til Temirê Tîmên Hawarçûnê bi alîkariya şêniyan şewata li gundê Xeznê yê herêma Çiyayê Kizwana çêbûye vemirand. Nêzî 1000 donimê ceh şewitî.

Li Çiyayê Kizwana şewatek mezin hat vemirandin
4 hezîran, 2026   17:07
HESEKÊ

Tîmên Hawarçûnê û şêniyên ji Til Temirê şewatek mezin ku li gundê Xeznê yê bajarokê Xera yê herêma Çiyayê Kizwana çêbûye vemirand. Di encamê de zirarekî mezin bi berhma ceh bû.

Şewat di saetên nîvro de çêbû. Ji ber hewayê xurt û ziwabûna giyayan agir zû belav bû. Yekser Tîmên Hawarçûnê berê xwe da cihê şewatê, tevî şêniyên herêmê agir vemirand.

Ji ber şewatê nêzî 1000 donimê ceh şewitî. Ev di demekê de pêk hat ku cotkar amadekariya çinînê dikin.

Şewatên berhemên çandiniyê di van demên dawî de zêde bûne. şênî ji ber destdayîna berhemên xwe metirsîdar in. Şênî daxwaza xurtkirina tedbîrên pêşîlêgirinê û bersivdana lez dikin ku mewsim ji şewatê were parastin.

(fr)