Asayîşê benda li têketina bakurê Hesekê ji nûve aktîv kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş", di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de benda kontrolê ya li têketina bakurê bajarê Hesekê ji nû ve aktîv kir.

Asayîşê benda li têketina bakurê Hesekê ji nûve aktîv kir
4 hezîran, 2026   16:59
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" li Parêzgeha Hesekê, li ser daxwaza şêniyan a jinûve aktîvkirin û zêdekirina belavbûna ewlehiyê, benda kontrolê ya li têketina bakurê Hesekê ji nû ve aktîv kir.

Asayîşê ji nû ve endamên xwe li ser benda kontrolê ya li herêma kêleka rêya tirênê bi cih kirin. Lê berê li nêzî bajarokê Sefiya bû.

Di vê dawiyê de li Hesekê hejmarek rûdanên qetilkirin, dizîn, revandin û serdegirtinên çekdarî çêbûn, ji ber wê şêniyan daxwaz kir ku bendên kontrolê li têketinên bajêr ji nûve werin aktîvkirin.

(fr)

ANHA