Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re civiya

Parêzgarê Hesekê bi endamên Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re, bi amadebûna Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên aliyên têkildarî demsala çandiniyê, civiya.

Parêzgarê Hesekê bi Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re civiya
4 hezîran, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela "Parêzgeha Hesekê", parêzgarê endezyar Nûredîn Ehmed civînek bi endamên Komîteya Şaxî ya Bazirganiya Genim re civiya.

Di civînê de Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a parêzgehê û nûnerên aliyên têkildarî demsala çandiniyê jî amade bûn.

Di civînê de amadekarî û tedbîrên ku ji bo pêşwazîkirina berhema genimê hatine wergirtin hatin nirxandin, her wiha mekanîzmayên hevrêziya di navbera aliyên têkildar de ji bo misogerkirina pêvajoya wergirtin û bazirganiyê bi awayekî herî baş hate gotûbêjkirin, da ku xizmeta cotkaran were kirin û serkeftina demsala çandiniyê were piştgirîkirin.

Parêzgar bal kişand ser girîngiya hevgirtina hewldanên hemû saziyên têkildar û bang li hemû aliyan kir ku ji bo rakirina astengiyan li ber cotkaran bixebitin, şert û mercên guncaw ji bo kirîn û wergirtina berheman li gorî planên hatine pejirandin peyda bikin.

(fr)