Li Çînê erd hejiya

Li herêma Tîbetê ya Çînê bi pileya 7,1 erd hejiya, tê gotin gelek kes jiyana xwe ji dastda.

Li Çînê erd hejiya
7 ÇILE, 2025   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya Emerîkayê (USGS) ragihand ku li herêma Tîbet ya Çînê bi pileya 7,1 erd hej çêbûye

Li gorî heman çavkaniyê navenda erd hejê bajarê Xigazeyê yê Herêma Otonom a Xizangê ye û kûrahiya erdhejê 10 kêlometreye.

Li gorî Ajansa Çavdêriya Erdhejan a Çînê jî mezinahiya erdhejê 6,8 pile ye. Her wiha har diyarkirin ku Nepal û Hindistan jî bi bandora vê erdhejê hejiyane.

Tê gotin li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndarin.