Li Çilaxayê di depoyeke tupên gazê de şewat derket

Li gundê Emarata Jorîn ê Çilaxayê di depoyeke tupên gazê de şewat derket.

Li Çilaxayê di depoyeke tupên gazê de şewat derket
21 tîrmeh, 2026   17:13
QAMIŞLO

Li gundê Emarata Jorîn ê dikeve başûrê bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê di depoyeke tupên gazê de şewat derket.

Depoya ku nêzî 200 tupên gazê tê de hebûn a şêniyê bi navê Salih Îbrahîm El Mirai ye. Di bûyerê de 3 tup teqaiyan û şewat derket.

Şêniyên gund  beriya ku şewat berfireh bibe, vemirandin. Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de tenê zerarên madî li 3 tupên şewitî bûn

Hêzên Asayîşê lêkolîn dane destpêkirin.

(bb)

ANHA