Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin

Meclisa Jinan a PYD'ê li bajarê Çilaxayê 2 civîn li dar xistin. Di civînan de rewşa siyasî, rola jinan û pêşveçûnên entegrasyona di navbera QSD û hikumeta demkî de hatin şîrovekirin.

Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
Li Çilaxayê 2 civîn ji jinan re hatin lidarxistin
20 nîsan, 2026   15:55
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a PYD'ê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, rola jinan û pêşveçûnên entegrasyona di navbera QSD û hikumeta demkî de civîn li bajarokê Abirê û Kêşikê yên bajarê Çilaxa li dar xistin. Di her du civînan de bi dehan jin amade bûn.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a PYD'ê Horiye Şemdîn geşedanên dawîn nirxandin û got: “Peymana 29'ê Çileyê ji bo parastina gelên herêmê ji komkujiyan, rawestandina xwînrijandinê û parastina destkeftiyan gel û jinan, her wiha wekî encama berxwedana pêkhateyên herêmê li hember planên fitneyan hat îmzekirin. Peyman armanc dike ku destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê di çarçoveya dewletê de entegre bike da ku naskirina wan a destûrî û yasayî misoger bike."

Horiya Şemdîn di dewama axaftina xwe anî ziman ku ev peyman nayê wateya pêkanîna hemû xwestekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nayê wateya destberdana destkeftiyên şoreşê, lê ji bo parastina gel wekî kevirê bingehîn ê projeya neteweya demokratîk pêk hat.

Horiya Şemdîn bal kişand ser rola jinan di şoreşê de û wiha dom da axaftina xwe: “Ev destkeftî wê wekî xwe bimînin. Kes nikare rewşa jinan vegerîne rewşa 14 sal berê. Jinan bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêşketinên girîng bi dest xistine û têkoşîn wê li ser vê rêyê berdewam bike."

Horiya Şemdîn der barê mekanîzmeya entegrasyonê de destnîşan kir ku entegrasyon bi birêxistinkirina rêveberiyên wekî tenduristî û perwerdehiyê ve sînordar e û dê ne li gorî avahiya ku dewlet dixwaze be.  

Horiya Şemdîn da zanîn ku tevger, komîte û meclisên jinan dê xweseriya xwe biparêzin û dê di entegrasyonê de cih negirin û got xebata wan dê li gorî peymana civakî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatî derxistin, were birêxistinkirin da ku naskirina destûrî bi dest bixin.

Di dewama axaftina xwe de Horiya Şemdîn diyar kir ku hin guhertinên rêxistinî dê li tevgerên jinan ên li herêmê werin kirin, lê ev ne bi pêvajoya entegrasyonê ve girêdayî ne û encama nîqaşên berê ne.

Di her du civînan de Horiya Şemdîn îşaret pê kir ku hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de hene da ku entegrasyon pêk bê û bang li hemû jinan kir ku têkoşînê xurt bikin.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

(bb)

ANHA