Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist

Di civîna Kongra Star a li Dirbêsiyê de pêşveçûnên li Sûriyeyê û rola jinan a di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de hatin nirxandin.

Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist
Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê civîn li dar xist
20 nîsan, 2026   16:02
HESEKÊ

Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê îro li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîn organîze kir. Xebatkarên jin ên sazî û meclisan beşdarî civînê bûn. 

Civînê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama Kongra Star Silava Semo ve hate xwendin. Her wiha Rêveberiya Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: "Me dest bi pêvajoyeke nû kiriye û divê rola jinan di vê pêvajoyê de xurt be. Jinan li Rojava û tevahiya Kurdistanê berpirsyariyeke mezin rakiriye. Xebat û têkoşîna jinan di hemû şert û mercan de didome. Pirsgirêka zayendperestiyê didome û divê em tê bikoşin heyanî ku vê pirsgirêkê çareser bikin."

Di dawiya civînê de beşdarên civînê rola jinan di avakirina Sûriyeyê de nirxand û got divê jin li Sûriyeyê neyên paşguhkirin.

(np)

ANHA