Baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hate hedefgirtin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrişî baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kirine, lê ew wesayîta êrişkar beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.

Baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hate hedefgirtin
10 ÇILE 2024   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Berxwedana Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li hemberî baregeha li Balafirgeha Nevneteweyî ya Hewlêrê êriş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê û Xezeyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafira bêmirov beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.