Li Cerablusê di şerê eşîran 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Cerablusê yê dagirkirî ji ber şerê di navbera 2 eşîran de, 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li Cerablusê di şerê eşîran 2 kes hatin kuştin
24 îlon, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, duh li bajarê Cerablusê şer di navbera eşîrên Dekatrat û Cîsat de derket. Çavkaniyan destnîşan kir ku şer ji ber nakokiyeke kevn derketiye.

Li gorî çavkaniyan, eşîra Dekatrat ciwanê bi navê Mihemed Elî El Weyîs ê ji eşîra Cîsat qetil kir. Piştre endamên eşîra Cîsat gule li welatiyekî û kurekî wî yên ji eşîra Dekatrat reşandin. Di encamê de ciwan hat kuştin û bavê wî birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li bajarê Cerablusê û gundewarên wê alozî heye û çeteyên dewleta Tirk li taxan belav bûne.

(bb)