Li Cerablusê çeteyan ciwanek qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî li bajarê Cerablusê yê dagirkirî qetil kir ji ber ku baç neda û serî ji şantajên wan re netewand.

Li Cerablusê çeteyan ciwanek qetil kir
28 nîsan, 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, ciwanê bi navê Îbrahîm Hesûne ê ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî, li nexweşxaneya giştî ya Cerablusê jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyan bi bîr xist ku Hesûne ji êla El Bû Şaban e û xwediyê kargeha keviran e, qebûl nekir baç bide û serî ji şantajên serçeteyekî Firqeya Nehan ê bi navê Ebû Hîlal netewand. Ji ber wê Ebû Hîlal gelek caran gefa kuştinê lê dixwe.

Li gorî çavkaniyan 17`ê Nîsanê Hesûne ji aliyê çekdarên nenas ve tê hedefgirtin ku li erebeyeke cureya CM û rengê wê gewr e, siwar bûbûn.

Li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê berdewam e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûc li dijî şêniyên wan herêman dikin. Niştecihan direvînin, qetil dikin, baç li wan ferz dikin û mal û milkên wan desteser dikin. 

(şx)