Platforma Ekolojiyê tê avakirin

Di konferansa ekolojiyê ya li Qamişlo hat pêkanîn de, xala herî girîng pêşniyara ji bo avakirina Platforma Ekolojiyê bû .

Platforma Ekolojiyê tê avakirin
28 nîsan, 2024   12:59
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26-27’ê Nîsanê (2024) de li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya, “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” bi amadebûna 120 kesan konferansek lidar xist.

Piştî konferansa ku nîqaş û nirxandinên dewlemend hatin kirin, encamnameya ji 2 beşan pêk tê (Rêgez, polîtîka) hat eşkerekirin.

Di beşa bi sernavê polîtîka de xala 13’an balê dikişîne ser girîngiya avakirina platforma ekolojiyê.

Di vê xalê de wiha tê gotin: “Li dijî polîtîkayên ekolojîk û ziwabûna ji ber krîza avhewayê ‘Platforma Ekolojiyê ya Kurdistanê û Tûra Piştevaniyê ya Navneteweyî’ bi Komîteya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re divê sazîbûn û rêxistinbûneke bi bandor bê pêkanîn. Ji bo vê yekê konferansa me pêşniyar dike ku di bin serokatiya Meclîsa Ekolojiyê ya Rojava (Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê) û Komîteya Ekolojiyê ya Ewropayê de koordînasyonek were avakirin. Ev sazîbûn divê tevgerên ekolojî û jîngehparêz, komele, aktîvîst û lêkolînerên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporaya Kurd bi awayekî herî berfireh di nav xwe de bihewîne, li Başûr bi tevgerên dij-sîstemê re bi hev re têkoşîneke kolektîf û torên hevgirtinê yên organîk ava bike.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Mihemed derbarê encamên konferansê û pêşniyara avakirina platformê de ji ANHA`yê re axivî.

Îbrahîm Mihemed diyar kir ku nîqaş û tevlêbûna akademsiyenan li konfransê di aliyê zanista ekolojî de pir dewlemend bûn û da zanîn ku li ser bingeha pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên têkildarî ekolojiyê nîqaşên berfireh hatine çêkirin.

Îbrahîm Mihemed destnîşan kir ku di encamên nîqaşên derketine de bang ji bo rêxistin, akademîsyen, çalakvan û partiyên ekolojîk hatiye kirin ku dijî siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku di heman de qirkirina xwezayê jî pêk tine, têbikoşin.

PLATFORMA EKOLOJÎ

Îbrahîm Mihemed da zanîn ku yek ji mijarên derketiye pêş jî, têkoşina hevpar a di jî pergala hegemonîk û mêtinger bû. Îbrahîm Mihemed diyar kir ku bi vê mebestê li ser giringiya rêxistinkirinê hatiye rawestîn, bang li hemû derdorên eleqedar hatiye kirin û pêşniyara avakirina platforma ekolojiyê hatiye kirin.

Îbrahîm Mihemed destnîşan kirin ku di çarçoveya pêşniyarê de dest bi hevdîtin û danûstendinan hatiye kirin û wiha dom kir: “Ev platform ne tenê ji bo rêxistinên ekolojîk e, ji bo hemû aliyane; rêxistin giştî dikarin tev li bibin.”

Îbrahîm Mihemed anî ziman ku piştî bidawîbûna hevdîtinan, wê dest bi avakirina platformê were kirin û got: “Bi avakirina platformê re jî dê xebat destpê kirin. Em ekolojiyê wekî jiyanê dibînin. Destpêkê em ê tesbîtên dûrketin û qutbûna ji xwezayê bikin û bi vî awayî xebatên xwe bidomînin.”

Îbrahîm Mihemed bang li tevger, rêxistin û akademsiyenên li ser asta Kurdistanê û cîhanê kir ku cihê xwe di platforma ekolojiyê de bigirin.

 (a)

ANHA