Komîteya Hilbijartinan a Dêrazorê hate avakirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê komîteya Komîseriya Bilind a HIlbijartinan ava kir ku ji 8 endaman pêk tê.

Komîteya Hilbijartinan a Dêrazorê hate avakirin
28 nîsan, 2024   11:13
DÊRAZOR

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê civîna xwe ya asayî li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tev li civînê bûn.

Di civînê de meclisê komîteya Komîseriya Bilind a Hilbijaritnan a kantona Dêrazorê ava kir û li gorî qanûna komîseriyê, ji bo wê 8 endam erkdar kir.

Di dawiya civînê de endaman sond xwar û dest bi erka xwe kir.

(şx)

ANHA