Li çemê Zirganê lehî rabû: Zaroke noq bû

Di encama barana gur de li çemê Zirganê lehî rabû, di encamê de zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl 15 salî noq bû.

Li çemê Zirganê lehî rabû: Zaroke noq bû
20 adar, 2024   16:50
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji navçeya Til Temirê dane, zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl (15) duh danê nîvro di çemê Zirganê de ku di gundê Erada yê herêma Zirganê ya kantona Cizîrê re derbas dibe, noq bû.

Li gorî nûçegihan, dema Nêrmîn hewl da darekê ji çemê bikişîne lehiyê ew bi xwe re bir. Bavê wê hewl da alîkariye wê bike, lê nikarî rizgar bikira.

Nûçegihan anî ziman ku xebatên lêgerîna cenazeyê zarok heta vê kêliyê dewam dikin.

Malbata Nêrmînê ji xelkê navçeya Şedadê ye, bavê wê li gundê Erada cotkar e û malbata xwe jî bi xwe re biriye.

(fr)

 ANHA