Firoşkarekî madeyên hişbir hat girtin

Li Hesekê firoşkarekî madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

Firoşkarekî madeyên hişbir hat girtin
Firoşkarekî madeyên hişbir hat girtin
20 adar, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate gotin, Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir di 8’ê Adarê de li Hesekê firoşkarekî madeyên hişbir girtiye û miqdareke madeyên hişbir ên pê re, desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku firoşkarê madeyên hişbir sewqî Dadgeha Giştî hatiye kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de jî diyar kiribû ku li Minbicê jî 23 belavkar û firoşkarên madeyên hişbir giritine.

Şevê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber kamyoneke madeyên hişbirê ku herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ber bi gundewarên bakurê Dêrazorê ve diçû, girt û 79 hezar hebên Captagon tê de desteser kirin û 2 qaçaxçî jî destgîr kirin.

(bb)