Li Çelebiyê tabelayên bi kurdî û erebî hatin danîn

Piştî xwepêşandana xelkê Kobanê ya li hember nenivîsnadina navên bajar û navendan bi zimanê kurdî li ser tabelayên nasandinê, şaredariyê tabloyên nû ku bi kurdî û erebî hatine nivîsandin, danîn.

Li Çelebiyê tabelayên bi kurdî û erebî hatin danîn
Li Çelebiyê tabelayên bi kurdî û erebî hatin danîn
Li Çelebiyê tabelayên bi kurdî û erebî hatin danîn
Li Çelebiyê tabelayên bi kurdî û erebî hatin danîn
7 gulan, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Çelebiyê ya Kobanê piştî xwepêşandana şêniyan a li hember nenivîsnadina navên bajar û navendan bi zimanê kurdî li ser tabelayên nasandinê, şaredariyê tabelayên nû danîn. Tabelayên nû bi kurdî û erebî hatine nivîsandin û li ser avahiyên şaredariyê û Navenda Tenduristiyê hatine danîn.

Şêniyên Kobanê duh kom bûbûn û bi daxuyaniyekê li hember biryarên dûrî îradeya gel, tayînkirinên rêveberiya nû, her wiha dûrxistina zimanê kurdî ji qada giştî nerazîbûna xwe nîşan dabû.

(bb)