Li Çelebiyê 6 wesatiyên çeteyan hatin ruxandin

Şervanên QSD û YPJ’ê hemû êrişên çeteyan ên li ser bajaroka Çelebiyê têk birin û 6 wesayîtên wan ruxandin.

Li Çelebiyê 6 wesatiyên çeteyan hatin ruxandin
20 ÇILE, 2026   04:06
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ên hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ji duh serê sibehê (19 Çile) heta niha gelek caran êrişî bajaroka Çelebiyê ya dikeve başur rojhilatê Kobanê kirin. Lê şervanên QSD’ê û YPJ’ê bersivên tun dan wan û tevahiya êrişên wan têk birin. 

Di pevçûnan de 6 wesatiyên çeteyan hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

(a)

ANHA