Li Burmayê êrişa hewayî: 19 şagirt hatin kuştin

Di êrişeke hewayî li dijî 2 dibistanan li wîlayeta Kyauktaw Rakhine ya rojavayê Burmayê de 19 şagirt hatin kuştin. Koma “Ceyş Erakan” got artêş, berpirsê êrişê ye.

Li Burmayê êrişa hewayî: 19 şagirt hatin kuştin
13 îlon, 2025   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî koma “Ceyş Erakan” a netewperest û berpirsê krîza li welêt e, di êrişeke hewayî li dijî 2 dibistanan li wîlayeta Kyauktaw Rakhine ya rojavayê Burmayê de 19 şagirt hatin kuştin.

Koma navborî got “meclisa leşkerî ya desthilatdar” berpirsê êrişê ye.

Li gorî raporên xwecih, balafireke şer ê “meclisa leşkerî” 2 bombe avêtin dibistanan dema zarok di xew de bûn. UNICF`ê bang kir ku ev “êrişa hovane” bê şermezarkirin û bi “şîdetê” navand ku zarok û malbat berdêla wê didin.

(şx)