Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê miqdareke mezin a madeyên hişbir desteser kir.

Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin
Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin
Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin
Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin
Li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir hat girtin
13 hezîran, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser malpera xwe fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ber miqdareke mezin a madeyên hişbirê hat girtin ku hewl dihat dayîn ji herêmên Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bê kirin.

Di daxuyaniyekê de ev agahî hatin parvekirin:

" Hêzên me yên Rêveberiya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbirê roja duşemê (10’ê Hezîranê), deh hezar hebên kaptagon û bi dehan kîlo heşîşa hişbir destser kirin.

Beşa Dijî Madeyên Hişbirê ji bo şopandina liv û tevgerên qaçaxçiyan xebitî. Hêzên me di pêvajoya veguhestina van madeyan de, dest bi şopandina erebeya hişbirê kir û kemînek danî. Ajokarê erebeyê û yekî din pê re, bin çav kirin. Di lêgerîna erebeyê de 208 kefên heşîş 45,5 kîlo û 162 hezar hebên kaptagonê desteser kirin.

Hêzên me lêpirsîn bi kesên binavçkirî re daye destpêkirin, piştre dê wan sewqî dadgehê bikin."

(bb)