Di êrişên DAIŞ’ê de 46 kes hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka vê Hezîranê ve 8 êriş li deverên cûda yên beyara Sûriyeyê pêk anîne. SOHR diyar kir ku di encama êrişê de 40 kes hatin kuştin.

Di êrişên DAIŞ’ê de 46 kes hatin kuştin
13 hezîran, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka vê Hezîranê ve 8 êriş li deverên cuda yên beyara Sûriyeyê (Badiye) pêk anîne. Li gorî daneyên SOHR, di encama van êrişan de 40 kes (6 sivîl û 32 leşkerên Şamê û alîgirên wê û 2 DAIŞ’î) hatin kuştin.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de êrişî nuqteya "Firqeya 4’an" a hêzên hikumeta Şamê kir. Di encamê de 4 leşkerên "Firqeya 4’an" hatin kuştin. Hate diyarkirin ku di êrişeke din a çeteyên DAIŞ’ê ya li gundewarê Helebê de 2 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin.

(bb)