Li ber Balyozxaneya Bilind a Amerîkayê ya li Hewlêrê çalakî

Welatiyên ku li ber Balyozxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Hewlêrê kom bûn, Desteya Piştgiriya Rojava îlan kirin.

Li ber Balyozxaneya Bilind a Amerîkayê ya li Hewlêrê çalakî
20 ÇILE, 2026   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi dehan kes li ber derê balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê kom bûn û êrişên dewleta Tirk û çeteyên hikumeta demkî yên ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Welatiyan bê navber dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ qêriyan û piştgirî dan berxwedana Rojava.

Di heman demê de bi armanca çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava Desteya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hate avakirin û ragihandin.