Ji ber bombebarana dijî gundekî Sirînê malbatek di bin kavilan de ye

Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Sirînê de malbatek di bin kavilan de maye.

Ji ber bombebarana dijî gundekî Sirînê malbatek di bin kavilan de ye
14 ÇILE, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di encama êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dîkan ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê de malbatek di bin kavilan de maye.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji çend saetan ve û zêdetirî 8 caran gundewarê Sirînê bombebaran kir.

(fr)